Misir-Îxwanî Muslimîn..Tevgera Îslamî ji qada siyasetê vekişiya

Rêxistina Îxwanî Muslimîn li Misrê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan dest ji têkoşîna siyasî berdan.
Îxwanê Muslimîn vê gavê li Misirê weke “rêxistineke terorîst” tê qebûlkirin û piraniya berpirsên wan yan girtî, yan jî li derveyî welat in.

Sala 1928’an di bin navê Komeleya Olî de, li Misir Cemaeta Îxwanî Muslimîn hat sazkirin.

Weke tevgerên bi heman navî yên li deverên din ên cîhanî, Îxwan Muslimîn li Misrê jî pêkanîna xîlafet û şerîa Îslamî weke armancên xwe ên sereke diyar kirin.

Û piştî 94 salan, cemaetê li Misrê ragihand ku wan dest ji xebat û têkoşîna siyasetê berdane.

Cîgirê serokê Konseya Rehber a rêxistinê Îbrahîm Munîr biryar eşkere kir û got;

Em ê bi ti awayî nebin beşek ji şerê desthilatdariyê. Êdî şerê bidestxistina hêzên ji aliyê me ve hatiye redkirin.

Îxwanî Muslimîn a li Misrê qedexeye nikare bi fermî beşdarî hilbijartinan bibe.

Sala 2020’an Îxwanî Muslimîn li lîsteya rêxistinên terorê hate zêdekirin.

Li gorî daneyan, bi qasî 6 hezar endamên wê di zindanê de ne.

Beşek mezin jî li derveyî welat e.

Herî dawî ji ber nakokiyên li gel rêveberiya Qahîreyê, dewleta Tirk û Qeter piştgiriyeke zêde dan Îxwanê Muslimîn.

Back to top button