Neteweyên Yekbûyî: 20 koçber li ber sînorê Polonya-Belarûs jiyana xwe ji dest dan

Di nava rewşa koçberiyê de, yek ji bûyerên herî zêde li nava cihanê bo rojev, pêla koçberiya li ber sînorê Polonya bû.
NY’ê bilançoya koçberên ku sînorê Polonya û Belarûsê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Li gorî daneyên NY bêtirî 20 koçberên li ber sînorê Polanya û Belarûsê jiyana xwe ji dest dane.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Philippe Gonzalez Morales rapora ku amade kiribûn eşkere kir.

Philippe Gonzalez Morales da zanîn ku nobedarên Polonyayê li dijî koçberên ku ji sînor derbas dibin ava bi şid hatiye bikaranîn û got:

“Li daristanên di navbera sînorê Polonya û Belarûsê de 20 koçberan jiyana xwe ji dest dane.

Desthilatdariya Belarûsê tu tedbîr ji bo çûyîna 2 hezar û 500 koçberên ber bi sînorê Polonyayê ve nestendiye.”

Di sala 2021’an de bi hezaran koçber ku piraniya wan ji Iraq û Herêma Kurdistanê ne, ji sînorê Belarûs û Polonyayê derbasî Ewropayê bûn.

Di navbera her du welatan de krîzekî mirovî çêbûbû û piştre beşek ji wan koçberan vegerandib Herêma Kurdistanê.

Back to top button