Jinên rêveber Kongreya Xurtkirina Ewlehiyê wekî rêya çareserkirina pirsgirêkan nirxandin

Jinên rêveber Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê wekî rêya çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya xelkê Dêrazorê nirxandin û gotin, biryarên di kongreyê de hatine girtin dê bi awayekî mezin rola jinan di civakê de xurt bike.

Hevseroka Komîteya Xizmetguzarî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Hîba El Zarai biryarên kongreyê nirxand û got ;

”Ev biryar dê di radeyeke yekemîn rola jinan di civakê de xurt bike.”

Hîba El Zarai bal kişand ser girîngiya rola jinan di hemû rêveberiyan de û diyar kir ku, projeya Rêveberiya Xweser bi awayekî mezin piştgiriya jinan dike.

Hevseroka Nivîsgeha Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Îman El Mihêmîd da zanîn ku kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê li ser daxwaza xelkê tevahî herêmên Dêrazorê hat lidarxistin û wiha domand:

“Pêwîstiya pêkanîna encamên kongreyê bi mekanîzmek û demeke diyar heye.

Eger encamnameyên kongreyê werin pêkanîn, wê rewşa Dêrazorê ber bi ewlehî û îstiqrarê ve pêş de biçe.”

Endama Meclisa Dêrazorê ya Kombûna Jinan a Zenûbya Leyla El Ebdullah jî biryarên kongreyê wekî gaveke girîng û rêya çareserkirina pirsgirêk û zehmetiyên li pêşiya xelkê Dêrazorê nirxand.

“Kongreya Xurtkirina Ewlehiyê ji bo sererastkirina şaştiyan erênî bû”

Back to top button