Fîlîz Bûdak: Kesê li Qereçoxê mir endamê MÎT’ê bû

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Filîz Bûdak diyar kir ku PDK dixwaze di bin navê xwe de dewleta Tirk li derdora Mexmûrê bi cih bike û got: “Kesê di şerê li Qereçoxê de mir endamê MÎT’ê bû.”

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Filîz Bûdak rola PKK’ê di parastina wargehê li dijî DAIŞ’ê bibîrxist û got:

“D êrîşa ku 6’ê Tebaxa 2014’an de li ser Mexmûrê pêk hat li ser bangawaziya xelkê Mexmûrê, hikûmeta Başûrê Kurdistanê û bi êrêkirina Iraqê hêzên HPG û YJA Starê li Çiyayê Qereçoxê bi cih bûn.

Şêniyên wargehê û yên hewlêrê ji êrişên qirkirinê parast

Ji pêvajoya 2014’an heta Îlona 2023’an erka xwe ya parastinê li hemberî xelkê Mexmûrê pêkanîn.”

“Hikûmeta Iraqê rê li ber êrîşên dewleta Tirk negirt”

Fîlîz Bûdak wiha berdewam kir û got:

“Êrîşên ku li ser wargehê hemû jî li ser xaka Iraqê hatin kirin.

Ji 2017’ê heta niha xaka Iraqê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tê bombebarankirin û li vê derê kesên ku di bin parastina wê de ne tên qetilkirin.

Lê hikûmeta Iraqê helwesteke ku rê li ber êrîşan bigire nedaye.”

“PDK dixwaze dewleta Tirk li Qereçoxê bi cih bike”

Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê balkişand ser şerê di nava artêşa Iraqê û çekdarên bi ser PDK’ê û wiha axivî:

“Ên êrîş kir PDK bû. Timî me ev yek anî ziman, bicihbûna PDK’ê li dora Mexmûrê xeteriyek e.

Di êrîşa 22’yê Cotmehê şerê di navbera hêzên Iraqê û pêşmergeyan de derketî, ji çeperê pêşmergeyan kesek hat kuştin ku endamê MÎT’ê bû û cilên pêşmergeyan li ber bûn.

PDK’e dixwaze di bin navê xwe de, dewleta Tirk li wir bi cih bike.”

Fîlîz Bûdak: Divê em parastina xwe ya cewherî xurt bikin

Fîlîz Bûdak got ku divê weke civak ew parastina xwe ya cewherî xurt bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Çi dibe bila bibe, divê em weke civak parastina xwe ya cewherî xurt bikin.

Divê Neteweyên Yekbûyî xwedî li erk û berpirsyartiya xwe derkeve.

Heta niha digot, ‘ew der herêmeke çekdarî ye, em nikarin werin.’ Lê ev hinceta wan jî ji holê rabû.

Eger hikûmeta Iraqê gavên berbiçav bavêje, yanî pirsgirêkên civakê çareser bike, hingê dibe ku di navbera hikûmeta Iraqê û Mexmûrê de têkîliyên baş pêş bikevin.

Di vî alî de hêviyên gel hene; çêkirina nasnameyan e, pêşwazîkirina pêwîstiyên civakê û pêkanîna şert û mercên ewlehiyê.”

Di şerê Qereçox de endamê MIT’ê yê bi navê Yavuz Erdem hate kuştin

Back to top button