Li Efxanistanê 17 çekdarên Talîbanê hatin kuştin

Li Efxanistanê di operasyoneke artêşê de, 17 çekdarên Talîbanê hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Efxanistanê ragihand ku operasyon li parêzgeha Qendehar pêk hat û di encamê de 17 çekdarên Talîbanê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Wezaretê her wiha destnîşan kir, 15 bombeyên ku Talîbanê li ser rêyan çandibûn, hatin bêbandorkirin.

Rewşa Efxanistanê roj bi roj aloztir dibe, ji bo vê jî 18 Adarê li Moskoyê, konferansek bi beşdariya hikumeta Efxanî, Talîban, Rûsya, nûnerên Amerîka, Çîn, Pakistan, Tirkiye û Qeterê li dar ketibû.

Her wiha heman rojê, sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres, dîplomatê Fransî Jan Arno weke şanderê xwe bo Efxanistanê destnîşan kir.

Back to top button