Cemîl Bayik: Dagirker dixwazin qirkirina li ser gelê Kurd dewam bike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku, gerîla ji bo parastina Kurdistanê, gelê Kurd û destketiyên mirovahiyê, berxwedanek dîrokî, dimeşînin. Bayik tekez kir divê gelê Kurd li her derê rabe ser pêyan û xwedî li zarokên xwe derkeve. 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li ser Zap, Metîna û Avaşînê dixwaze PKK’ê tasfiye bike û qirkirina li ser gelê Kurd dewam bike û bighîne armancê.

Cemîl Bayik: Gerîla têkoşînê ji bo parastina Kurdistanê û gelê Kurd dike

Cemîl Bayik, îşaret bi berxwedana dîrokî û lehengiya gerîlayên HPG û YJA Starê li hemberî êrîşên dagirkeriyê kir û diyar kir gerîla ji bo parastina Kurdistanê, gelê Kurd û destketiyên mirovahiyê têkoşînê dimeşînin.

Cemîl Bayik: Divê gelê Kurd xwedî li zarokên xwe derkeve

Bayik anî ziman ku divê her kesê ku xwe Kurd, welatparêz, şoreşger, sosyalîst û dijberê faşîzmê pênase dike, tevlî vê berxwedana dîrokî bibe, yê cihê xwe nagirin jî divê ji aliyê kesî ve neyê efûrkirin.

Cemîl Bayik: Em ê dagirkeriyê li Kurdistanê têk bibin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê ji gelê Kurd xwest ku rabe ser pêyan û xwedî li zarokên xwe derkevin û teqez kir, ew ê dagirkeriyê li Kurdistanê têk bibin û dawiya faşîzma AKP-MHP’ê bînin.

Back to top button