“YNK hêza xwe ya asayîşê dişîne Zîne Wertê”

YNK’ê hêzeke xwe ya Asayîşê li Zînî Wertê bi cih dike. Ev ji aliyê Cîgirê Berpirsê Malbenda Şeş a YNK’ê ya Soran Şemal Wertê ve hat piştrastkirin. 

Şemal Wertê diyar kir, ew ê hêza hevbeş a YNK û PDK’ê ku par li deverê hatibûn bicihkirin, bi şûnde vekişînin û hêza asayîşê cihê wan bigire.

Di derbarê mijarê de jî, çavkaniyek ji KCK’ê ragihand ku ti agahiyên wan ji vê yekê tune ye û da zanîn ku ev dever dikeve sînorê serweriya wan û divê çi tevgerek leşkerî li wê deverê çêbibe, ew werin agahdarkirin û pirsa xwe bi wan bikin.

Back to top button