Rojane ji bo naskirina Rêveberiya Xweser bangên Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb hene.
Rûspiyên qebîleya Cibûr gotin: ”Tevî dagirkerî, êriş û ambargoyê herêmên Rêveberiya Xweser ewle ne”.
Di vê çarçoveyê de Rûspiyên eşîra El-Milhim a qebîleya Cibûr li navçeya Şedadê, Feysel El-Herîs axivî.
El-Herîs anî ziman ku Rêveberiya Xweser ji bo tevahî pêkhateyên herêmê keştiya xelasiyê ye û got:
”Tevî merc û bûyerên ku cêdibin jî Rêveberiya Xweser gelek pêşketinên mezin li ser erdê pêk anîn”.
Rûspiyê eşîra El-Milhim li Hesekê, Mehmûd El-Sebah jî anî ziman ku ew ê li kêleka rêveberiya xwe bin.
Mehmûd bang li ciwanan kir ku tevli hêzên leşkerî bibin da ku aramiya li herêmê biparêzin.