PJAK û Komala artêşeke hevpar a Rojhilat ava dikin

Serhildana ku bi çirûska jina Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpêkir bi yekîtiya hêzên kurdî ve tacîdar dibe.
Hate ragihandin ku PJAK û Komala ji bo avakirina artêşeke hevpar lihevirine.
KNK’ê jî piştgirî da vê gavê.

Berxwedana Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi durişma “Jin Jiyan Azadî”destpêkir, 40 roj li peyxwe hişt.

Ji bo ev berxwedan bi serkeftinê tacîdar bibe hemû aliyan bangên xurtkirina çalakî û yekgirtinê li hêzên rojhilatê kurdistanê kirin.

Herî da Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistanê-PJAK’ê bi ragihandina danezanekî bang li hemû hêzên kurdî taybet jî yên Rojhilatê Kurdistanê kir ku di bin ala Komara Mihabatê yekîtiya xwe avabikin.

Ev banga PJAK’ê bê bersiv nema.

Doh Sekreterê Komeleya Komunîst Îran-Kurdistan-Komele Îbrahîm Elîzade û Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamed Mûînî li ser rewşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê civiyan.

Rojnamevan Îkram Belekatî li ser hesabê xwe yê medya dijîtal naveroka vê civînê ragihand.

Îkram Belekatî diyar kir ku PJAK û Komele li ser xalên weke avakirina Artêşeke hevpar, perwerde, ragihandin, û lojîstîkê de lihevkirine.

Her wiha hate ragihandin ku her du lîder bang li hêzên din ê Kurdistanê yê Rojhilat jî kirine ku werin artêşa Rojhilat mezin bikin, yekbikin û yekîtiya xwe avabikin.

KNK”ê jî piştgirî da gava PJAK û Komele û got:

Divê hemû hêzên kurdî li dijî rejîma îranê artêşa hevbeş a Kurdistanê saz bikin,divê hemû partiyên Kurdistanî destekê bidin vê hewildanê.

Back to top button