Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Xakurk û Gever li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî lidarxistin. HPG’ê diyar kir ku di çalakiyan de 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin gelek jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî çalakiyan daxuyaniyek da.
HPG’ê diyar kir ku 17’ê Tebaxê hêzên wan li dijî yekîneya artêşa dewleta Tirk a dagirker yên li Girê Şekîf yê herêma Xakurkê çalakiyek lidarxistin.
Di çalakiya bi bandor de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin.
18’ê Tebaxê jî hêzên gerîla li dijî leşkerên dewleta Tirk a dagirker li Girê Xwedê yê herêma Avaşînê çalakî pêk anîn.
Heman rojê Girê ewlehiyê yê qereqola Şûvê ya bajarokê Esendere ya navçeya Gever a Colemêrgê bû hedefa Gerîla.
Hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk a dagirker ne hat zanîn.