Derbarê vîrusa Corona şaneyê krîzê ya Cizîrê, biryarên nû da

Şaneya Krîzê ya herêma Cizîrê ya li dijî belavbûna vîrusa Koronayê hatî avakirin, di civîna xwe ya dawî de ji bo rêgirtina li ber vîrusê gelek biryarên nû standin. Ji wan, girtina cihên komî weke xwaringeh û çayaxane û serdana nexweşxaneyan jî qedexeye. Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê jî hişyarî da ku kesê van biryaran pêk neyîne wê hebas jê were xwestin.

Şaneya Krîzê ya herêma Cizîrê ya li dijî vîrusa Koronayê hatiye avakirin, di civîna xwe ya dawî de ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrusa Koronayê gelek biryarên nû standin.

Biryarên ku hatin standin ev in:

1-Pêngava pakirinê wê berdewam bike, da ku hemû deverên olî û saziyên civaka sivîl werin paqijkirin.

2-Divê tevahî erebeyên veguhestina hundirîn ên di nava bajaran de di her sefreyekê de bi madeya kolorê werin paqijkirin.

3-Çayxane, navendên kombûnê, kişandina ergîlê, kafîtêriya, klubên internêtê û yên sporê werin girtin.

4-Rûniştina li xwaringehan û hiştina xwarinan vekirî, qedexe ye.

5-Serdana nexweşxan li nexweşxaneyên giştî û yên taybet qedexe ye.

6-Teqezî li ser paqijiya giştî were kirin.

7-Piştî bidawîbûna pêngava yekem, pêngava pakirina tax, kolan û deverên giştî dest pê dike.

Şaneya Krîzê ya herêma Cizîrê diyar kir ku hemû biryar û pespektîv dikevin xizmeta giştî û ji bo parastina gel e, da ku vîrus li herêmê belav nebe.

‘Kesê biryaran pêk neyîne wê hesab jê were xwestin’

Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê jî bang li her kesî kir ku li gorî biryar û perspektîfên şaneya aloziyê tev bigere.

Desteyê piştrast kir ku kesên van biryaran pêk neynin wê hesab ji wan were xwestin.

Ji ber vîrusa Corona li Helebê pêngava paqijkirinê dest pê kir

Li aliyekî din jî îro li bajarê Helebê ji bo pêşîlêgirtina vîrûsê şîniyê Helebê dest bi pêngava paqijiyê kirin.

Li gorî desteya Tenduristiyê, wê pêngava pakkirinê heya 3 rojan dewam bike.

Li bajarê Qamişlo, Hesekê, Kobanê û Minbicê reşandina dermanê dij-vîrûsê di roja 3. de didome.

Back to top button