Bi rasthatina Cejna Mamosteyan re, ku rastî sibe tê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî cejnê li hemê mamosteyan pîroz dike.
Rêvberiya Xweser der barê vê boneyê de, nameyek pîrozkirinê da û tê de hemû mamosteyên cîhanê û yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî pîroz kir.
Rêveberiyê ked û xebata kadroyên perwerdeyê bi nirx dît, ku tevî hemû astengî û berhengariyên rastî wan tê jî, karîn nifşan bi awayekî zanistî û bi fikirê demokratîk ava bikin.
Rêveberiya Xweser di dawiya nameya xwe de hêviya serkeftinê ji her kesî re kir.