Şêniyên Dêrikê cenazeyê Şaha Dêrik li goristana Ş. Xebat Dêrik spartin axê

Bi hezaran şêniyên Dêrikê û navçeyên wê cenazeya fermandara Tevgera Rizgariya Kurdistanê Şaha Dêrikê ya ku di encama nexweşiyê de şehîd bûbû, li goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.

Fermandara Tevgera Rizgariya Kurdistanê Şaha Dêrikê di 1’ê Cotmehê de di encama nexweşiyê de şehîd bû û li goristana Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin.

Di merasîma oxirkirina Ş.Şeha de endama Koordînasyona Kongreya Star Hêva Erebo sersaxî ji malbata şehîd Şaha û Tevgera Rizgariya Kurdistanê re xwest.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Şîraz Hemo jî destnîşan kir ku şehîd Şaha di temenê xwe yê biçûk de dest bi têkoşînê kir û bi giyanê jina pêşeng têkoşiya.

Piştre, peyama sersaxiyê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê hate xwendin û wiha hat gotin:

Her zarokek penaber li wargehê bi saya şehîd Şaha fêrî zimanê dayîkê bûye, heta bûne şervan û gihiştin asta şehadetê.

Em soz didin ku em ê xeta Ş.Şeha ya têkoşînê zindî bihêlin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd Şaha hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Şaha di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan û tilîliyên dayîkan re hate veşartin.

Back to top button