Stephanie Williams: Aliyên Lîbî li ser vekişandina çeteyan a ji eniyan li hev kir

NY ragihand ku aliyên Lîbî li ser vekişandina çeteyan ji eniyan, li hev kir.

Şandera NY ya li Lîbyayê Stephanie Williams da xuyakirin ku aliyên Lîbî di civînên li bajarê Xedamisê de, li ser vegera hêzan li baregehan û vekişandina çeteyan ji eniyan, li hev kir.

Stephanie Williams diyar kir ku beşdarên civînê, li ser vegera geştên asmanî jî bo bajarê Sibha û Xedamisê li hev kir.

Li gorî Williams, lihevkirin li ser avakirina komîteyeke leşkerî bo çavdêriya vegera hêzên a li baregehan jî çêbû.

Şandera NY destnîşan kir ku Komîteya Leşkerî vê mehê civîna xwe ya duyem li bajarê Sirtê li dar dixe û got:

“Beşdarên civînê, dê daxwaziyê ji Konseya Ewlekariyê bikin ku biryarekê der barê lihevkirina civîna Cinêv a rawestandina şer de, derxe.

Komîteya Leşkerî wê komîteyeke pispor a têkbirina xîtaba tundrewbûnê ava bike.”

Back to top button