Li Tebqayê gelek kes bi jehrê ketin

Ji ber qirêjbûna ava çemê Firatê gelek kes bi jehrê ketin.

Ji destpêka meha Kanûnê ve dewleta Tirk rêjeya ava Firatê ya para Sûriyê kêm kiriye.

Neherikîna avê jî bûye sedema kevz li ser rûyê avê çêbibe.

Ji destpêka salê ve, nexasim di demên dawî de li Tebqayê şênî zêde bi jehrê dikevin.

Dr. Ebdullah Mebrûk ê li nexweşxaneya wetenî ya Tebqayê dixebite, da zanîn ku hejmara kesên jehrî bûne, zêde dibe.

Li gorî hejmara ku Mebrûk diyar kiriye, rojane 50-60 kes têne nexweşxaneyê piraniya wan jî zarok in.

Dr. Ebdullah Mebrûk bang li dewleta Tirk kir ku dev ji siyaseta xwe ya dijminane ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berde.

Her wiha bang li rêxistinên mirovî û civata navneteweyî jî kir ku zextê li Tirkiyê bikin da ku ava li ser Sûriyê berde.

Back to top button