Jerusalem Post: Divê DYA, PJAK’ê ji lîsteya terorê derxîne

Rojnameya Israîlî Jerusalem Post gotarek belav kir û got ku divê Amerîka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê ji lîsteya xwe ya terorê derxîne.
Rojname piştrast dike ku vê partiyê tu carî êrişî sivîlan nekiriye û ev gav berî niha tenê ji bo razîkirina Îranê pêk hatiye.
Her wekî dibêje ku divê PKK’ê di heman demê de di ber çavan re were derbaskirin.

“Divê Amerîka, vê gropa kurdî îranî ji lîsteya rêxistinên terorîst derxîne”

Rojnameya Jerusalem Post a israîlî bi vê manşêtê behsa Partiya Jiyana Azad Kurdistanê PJAK’ê kir û daxwaz ji Rêveberiya Biden kir ku navê vê partiyê ji lîsteya rêxistinên qedexe jê bibe.

Di gotara ku Serokê Amerîkayê Joe Biden posterê ye tê gotin ku “Ji çaxa ku PJAK ava bûye, carekê jî êrişî sivîlan nekiriye”

Li gor rojnameyê, dibe ev gava han bibe sedem ku têkliyeke xurtitr di navbera Amerîka û PKK’ê ava bike û deriyekî bo çareserkirina rageşiya di navbera PKK’ê û Tirkiyê de veke.

Di wextekê de ku kurdan li Sûriyê û Iraqê di şerê li dijî DAIŞ’ê xwe ispat kir, vê gavê pêdiviya Amerîka bi hevkarên ne dewlet heye.

Di nasandina PJAK’ê de jî nivîskarê gotarê dibêje ku “armanca PJAK’ê konfedraliya demokratîk e û bi zimanê Hevserokê wê Siyamend Muînî eşkere dike ku “rêya sereke ku Îran wekî gef nemîne nenavendî ye”

Her wekî behsa PKK’ê jî tê kirin û tê gotin “divê hêzên PKK’ê di ber çavan re bê derbaskirin”

Bi taybet ku berî niha Berpirsê berê di Pentagonê de Michael Rubin gotibû ku “Divê Israîl sîstema parastina esmanî bide PKK’ê û Amerîka jî wê ji lîsteya rêxistinên terorîst derxîne”

Di naveroka gotarê de ev gava han bi piştgiriya Îran û Tirkiyê ji Hemasê re tê girêdan ku gaveke bi vî rengî dê wekî bersiveke bi hêz a Amerîkayê li hemberî herdu dewletan be.

Di wextekê ku rexneyê li Amerîkayê dike û diyar dike ku “sala 2009’an ji bo razîkirina Îranê, di serdema Barak Obama de PJAK ket lîsteya terorê”, lê vê gavê Îran û Tirkiyê desteka Hemasê dikin.

Back to top button