QSD: 4 çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li Zirganê hatin kuştin

Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku şervanên wan li Zirganê li çeteyan daye.
Li gor daxuyaniya wê, 4 çete di çalakiyê de hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê eşkere kir ku duh sêşemê, li gundê “Til Mihemed” ê Zirganê, erebeyeke çeteyên dagirkeriya Tirkiyê kiriye armanc.

Li gor wê, di encamê de, erebe hat teqandin û 4 çete hatin kuştin.

Her wekî diyar kir ku beriya vê çalakiyê, çeteyan xwe amade dikir ku êrişî herêmê bikin, lê belê di warê parastina rewa de, ew çete hatin armanckirin.

QSD’ê bi dîmenan ev çalakî belge kir û dîmenên wê jî bi raya giştî re bi parve kir.

Back to top button