Li Başûrê Kurdistanê çînên cuda yên civakê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dikin û gotin: “Dewleta Tirkiyê ji Rêber Apo ditirse, lewma tecrîdeke giran li ser dide meşandin.
Bi azadkirina Rêbertî dê azadiya gelê kurd bikeve qonaxeke nû de.”
Mamoste û çalakvanên Başûrê Kurdistanê derbarê tecrîda li ser Rêber Apo axivîn.
Çalakvanan diyar kirin ku fikir û felsefeya Rêber Apo bandor li gelê kurd kiriye û gotin:
“Ev jî bûye sedema ku dijminên Kurdan her tim ji van bandoran bitirsin.
Dewleta tirk a dagirker ji ber hêz û têkoşîna Rêbertî, tecrîdeke giran li ser wî dide maşandin
Tevî ku Rêber Apo di bin tecrîdeke girankirî de ye jî, zêdetir di nava dil û mejiyê Kurdan de ye.
Ji ber ku ew bûye nasname û hêmaya netewî ya gelê Kurd.”
Mamoste û çalakvanên Başûrê Kurdistanê bang li hemû şêniyên Başûrê Kurdistanê kiri ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO yek deng bin û têkoşînê bilind bikin.