HPG: Li Zapê dagirkerek hate cezakirin

Li rojavayê herêma Zapê gerîlayan bi taktîka sabotajê leşkerekî Tirk yê dagirker ceza kir.
Her wiha derb li gelek çeperan hate xistin û qemyoneke dagirkeran jî hate bêkêrkirin.
Arteşa Tirk a dagirker jî, 7 caran bi çekên qedexekirî, 22 caran jî bi balafirên şer qadên gerîla bombe kir.
Gerîla TV jî dîmenê çalakiyekê ku li girê Amediyê yê herêma Zapê hatibû lidarxistin weşand.

Li rojavayê herêma Zapê di çalakiyên gerîla de leşkerekî Tirk yê dagirker hate cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, di navbera 4-6 Çileyê de, hêzên gerîla bi çalakiyên cuda li Arteşa Tirk a dagirker dan.

Di çalakiyên gerîla ên li rojavayê Zapê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Di encama çalakiya bi taktîka sabotajê de jî leşkerekî dagirker hate kuştin.

Her wiha derb li gelek çeperan hate xistin û qemyoneke dagirkeran jî hate bêkêrkirin.

Li gel çalakiyên gerîla, Arteşa Tirk a dagirker jî bikaranîna çekên qedexekirî sûcên şer didomîne.

Arteşa Tirk 7 caran bi çekên qedexekirî çeperên gerîla bombe kir

Têkildarî vê yekê HPG’ê got:

Çeperên şer yên li herêma Zap û rojavayê wê, 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 5 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

HPG’ê eşkere kir ku Herêmên Parastinê yên Medyayê bi giştî 22 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

Li aliyê din Gerîla TV jî dîmenê çalakiya girê Amediyê yê herêma Zapê weşand.

Di çalakiya ku 17’ê Cotmeha 2023’an hatibû lidarxistin de 3 dagirker hatibûn kuştin.

Back to top button