Li Amed û Stenbolê deklarasyona “Em bibin dengek ji bo aştiyê”

Li bajarên Stenbol û Amedê nêzî 600 hunermend, nivîskar û akademîsyenan bi navê “Em bibin dengek ji bo aştiyê’: deklerasyon weşandin.
Di deklarasyonê de bang li desthilata Tirkiyê hate kirin ku dest ji siyaseta şer û tecrîdê berde û bi Rêber Apo re hevdîtinan destpê bike.

Li Tirkiyê rejima Erdogan ku di polîtîkayên şer û qirkirinê de israr dike, daxwaz û dengên ji bo aştî û demokrasiyê jî bilind dibin.

Li bajarê Stenbolê deklarasyona “Em bibin dengek ji bo aştiyê” hate weşandin.

Deklarasyona ku ji hêla 564 hunermend, nivîskar, derhêner û akademîsyenan ve hatiye îmzekirin bi daxuyaniyekê hat ragihandin.

Di deklarasyonê de, bal hate kişandin ser girîngiya çareserkirina pirsgirêka kurd, aştiya civakî û bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo.

Piştî Stenbolê, li Amedê jî heman deklarasyon bi beşdariya gelek hunermend û akademîsyenan li avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi daxuyaniyekê hat eşkerekirin.

“Maf û azadî di bin zexta desthilata yek zilamî de ne”

Li vir jî bal hate kişandin li ser zext û zordariya desthilata Tirkiyê û wiha hate gotin:

“Em kesên ku ji bo siberoja Tirkiyê bi fikar in, ger em îro bêdeng bimînin, wê sibê kesên ku em bi wan re biaxivin nemînin.

Divê em bi hev re siberojeke ku hemû nasnameyên etnîkî, olî û çandî karibin bi awayekî azad bijîn, bi hev re biafirînin.

Maf û azadî bi zextên desthilata yek-zilamî tên binpêkirin.

Ji ber înkarkirin û asîmlasyonê, derfetên çareserkirina pirsgirêkan ji holê tên rakirin.

Di serî de mafên demokratîk yên kurdan daxwazên mafên mirovan sed sal paş de hatin avêtin.

“Tecrîd û polîtîkayên şer pirsgirêkan kûrtir dikin”

Hate diyar kirin ku tecrîd û polîtîkayên şer pirsgirêkên civakî kûrtir dikin û weha hat domandin.

“Civak di bin dorpêçeke sîyasî û îdeolojîk de ye. Tecrîd û polîtîkayên şer, krîzên civakî û aborî kûrtir dikin.

Bi hezaran kes ji ber nêrînên xwe yên siyasî di girtîgehan de weke rehîneyên siyasî tên girtin.

Bi hezaran girtiyên siyasî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne û divê guh bidin daxwazên wan.

Divê pirsgirêkên Tirkiyê bi danûstandinê bên çareserkirin.”

“Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên destpêkirin”

Dawiya deklarasyonê hat xwestin ku careke din hevdîtin bi Rêber Apo re bên destpêkirin û desthilat dest ji polîtîkayên tecrîdê û şer berde.

Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 42’an de didome

Back to top button