Hêlîn Umît: Ne ji berxwedana Gerîla bûya, dibe ku hilbijartin jî nehatibûya kirin

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Hêlîn Umît got:
“10 sal in em şerê hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê dimeşînin.
Eger wê îro hilweşe, ev yek wê bi destê me be.
Kurd, hêzên demokrasiyê, rêya sêyemîn wê faşîzmê hilweşîne.”

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Hêlîn Umît tevlî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haberê bû..

Hêlîn Umît qala şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê û bandora tevgera azadiyê ya li ser hilbijartinên 14’ê Gulanê kir..

Hêlîn Umît bal kişand ser şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê û got:

“Gerîlayên me yên HPG û YJA Starê mohra xwe li vê salê xistin.

Eger hilbijartin di atmosfereke ‘demokratîk’ de dikare bê nîqaşkirin, garantora vê yekê têkoşîna me ye.

Eger ne ji berxwedana gerîla ba dibe ku îsal hilbijartin nehatibûya kirin..

Rast e me gelek berdêl dan, gelek hevalên me şehîd bûn.

Lê belê sekna fedaî ya li hemberî vî şerî, kir ku di konjonktura heyî de AKP-MHP bigihêje ber têkçûnê.”

“Provokasyonên AKP-MHP’ê wê dewam bikin”

Hêlîn Umît anî ziman ku hilbijartina di 14’ê Gulanê de bê kirin hilbijartineke krîtîk e ..

“Lewma provokasyonên ku di dema dawî de têne kirin wê dewam bikin.

Vê karim bibêjim; heta roja dawî ya hilbijartinê wê dewam bike.

Divê kes netirse. Ji ber ku êdî ji vê û wêdetir nîne.

Çi ji destê rejîma tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê dihat hemû kir.”

“Faşîzma AKP-MHP’ê wê bi destê me hilweşe”

Hêlîn piştrast kir ku em rêya xwe diyar dikin.

“10 sal in şerê hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê dimeşînin.

Eger wê îro hilweşe, em ê wê hilweşînin.

Lazime gelên Tirkiyeyê di vê hilbijartinê de xwedî li nirxên xwe yên civakî derkevin.

Bang li her kesî dikim ku di Tifaqa Ked û Azadiyê de Tirkiyeya nû biafirînin.

Bi vî rengî em dikarin derman ji derdê xwe re bibînin.”

Hêlîn Umît tekez kir ku qedera hilbijartinê wê ji aliyê ciwanan ve bê diyarkirin.

“Ez bang li her kesî dikim ku tevlî hilbijartinê bibin”

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Hêlîn Umît dawiyê ev bang kir :

Wê li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê bikeve serdemeke nû.

Têkoşîn wê neqede. Em bi vî rengî nêzîk dibin.

Em ê bikevin nava demeke nû, bikevin pêvajoyeke nû ya têkoşînê.

Li ser vê bingehê ez bang li jinan, ciwanan, tevahiya gelê Kurd dikim ku tevlî Hilbijartinan bibin.

“Di şexsê Rêberê me de gelê me tecrîdkirî ye”

Back to top button