“Yekîtiya Ereban ne xwedî helweste “

Siyasetmedarên Tebqa û Dêrazorê destnîşan kirin ku gel li dijî êrişan wê xwe bispêre hêza xwe û li ber xwe bide.

Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Îbrahîm El Mihemed dibêje:

Helwesta Yekitiya Ereban a li hember êrişên dewleta Tirk cihê şermê ye ..

Tevî van binpêkirinên ku li dijî Sûriyê û Iraqê tên kirin, dîsa jî Yekitiya Ereban tu helwestan nîşan nade.

Îbrahîm bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember hedefgirtina binesaziyê şermezar kir.

“Dewleta Tirk sûcên şer dike”

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojavayê Dêrazorê Tamir El Şumerî jî got:

“Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bi erêkirineke amerîkî ne.

Tirkiyê sûcên şer dike..

Hîn jî bêdengiya dewletên Ereban û hêzên navneteweyî didome.

Lê ev civakê wê bi hêza xwe van êrişan vala derxîne.”

Back to top button