Rêxistina Mafê Mirovan ya li Şengalê ragihand:
“Gorek komî li bakurê rojavayê Iraqê hatiye dîtin.”
Hat eşkerekirin ku gor di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2014’an de hatiye çêkirin.
Rêxistina Mafê Mirovn a Patricor derbarê mijarê de ev agahî parve kirin :
“Gorek komî li Şengalê dîtin ku di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2014’an de hatiye çêkirin.
Di gorê de bermayên hestiyên jin û zarokan hene ..
Beşek jê ji pêkhateyên Şîe ne ku di sala 2014’an de ji aliyê DAIŞ’Ê ve hatine kurştin. ”
Hêjayî gotinê ye ku di meha Tebaxê ya sala 2014’an de Şengal ket destê çeteyên DAIŞ’ê.
Di encamê de 6 hezar û 417 welatiyên Êzidî hatin revandin ku 3 hezar û 548 kes jê jin bûn.
Heta niha çarenûsa 2 hezar û 693 Êzidiyên hatîn revandin ne diyare.