Agribesta Putin-Erdogan li Idlibê 46 roj li pey xwe hişt û binpêkirina wê dewam dike.
Îro piştî nîvro hêzên rejîma Sûrî herêma Tifahiyê li gundewarê Lazqiyê û hin herêmên din li Cebel Zawiyê li gundewarê Idlibê topbaran kir.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov diyar kir ku duh êvarî jî hêzên rejîmê gundewarê rojhilat-başûrê Idlibê topbaran kir.
Hemwextê wê jî balafirên şer ên dewleta Tirk li esîmanê bakurê Idlibê digeriyan.