Wezîrê derve yê Îranê gihaşt Şamê

Di nava rêkarin cuda de, wezîrê derve yê Îranê gihaşte Şamê û li gel serokê hikumeta Şamê Beşar Esed hevdîtin pêk anî.

Serokê Hikumeta Şamê Beşar Esed, wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li Şamê pêşwazî kir.

Pêşwazî jî di nava rêkarin cuda yên xweparastina ji vîrûsa Coronayê pêk hat.

Ragihandina hikumeta Şamê diyar kir ku Beşar Esed di hevdîtina bi Zerîf re li gel hin mijaran, mijara dagirkirina dewleta Tirk ji xaka Sûrî re gotûbêjkirine

Beşar Esed: Tirkiyê li gorî hevpeymana tevnagere û niyetên wê eşkre ne

Hat ragihandin ku Esed tekez kiriye ku tevgera dewleta Tirk li ser xaka Sûrî niyetên wê eşkere dike.

Nemaze di zêdekirina nuqteyên leşkerî li Idlibê, ku ev yek destnîşan dike ku dewleta Tirk li gorî hevpeymanan tev nagere.

Lê Çavkaniyên dîplomatîk diyar kirin ku sedema serdanê, tekezkirina Îranê li ser piştgiriya wê bi hikumeta Şamê re ye, di wextekî de ku behsa guhertina stratejiya Rûsyayê li Sûriyê tê kirin.

Tevî aloziyên wê, Îran wê destekeke çawa bide hikumeta Şamê?

Di wextekî de ku behsa guhertinên stratejîk ên Rûsî li Sûriyê tê kirin, ji bo destekdayînê, Îranê berê xwe da Şamê.

Hemwextî giştîpirsîna saziyeke Rûsî ya nêzî Kremlin ku di encamê de hat xuyakirin ku Rûsya hêdî hêdî pişta xwe dide hikumeta Şamê, wezîrê derve yê Îranê gihaşte Şamê.

Di wextekî de ku behsa guhertinên stratejîk ên Rûsî li Sûriyê tê kirin, ji bo destekdayînê, Îranê berê xwe da Şamê.

Hemwextî giştîpirsîna saziyeke Rûsî ya nêzî Kremlin ku di encamê de hat xuyakirin ku Rûsya hêdî hêdî pişta xwe dide hikumeta Şamê, wezîrê derve yê Îranê gihaşte Şamê.

Li gorî hin şîrovekaran, serdana Zerîf gelek nameyan bi xwe re tîne.

A herî girîng jî ew e ku Îran niha dixwaze ji hikumeta Şamê re bêje ku eger rola Rûsyayê li Sûriyê bi dawî bû û stratejikyeke nû da meşandin, wê Îran her desteka hikumeta Şamê be.

Her wiha ev serdan di wextekî de tê ku ji bo guhertina nêzîkatiyên xwe, hikumeta Şamê rastî gelek zextan tê.

Li gorî hin şîrovekarên siyasî, gelek aktor halê hazir hene ku Rûsya stratejiya xwe li Sûriyê biguherîne.

Ji wan, qutbûna xizmetan di navbera Îran û Rûsyayê de.

Her wiha nebûna projeyekî siyasî yê rasteqîn li gel hikumeta Şamê ji bo çareserkirina aloziya Sûrî.

Herî dawî jî bidestxistina hikumeta Şamê bi desteka Rûsya ji sêribê Sûriyê re, ku ev yek fikar li gel Rûsyayê çêkirin, ku ne dûr e Îran jî para xwe ya li Sûriyê bixwaze.

Lê pirsa dimîne, di demekê de ku Îranê ji ber vîrûsa Coronayê û cezayên li serê di aloziyeke kûr de noq bûye, wê çi ji hikumeta Şamê re pêşkêş bike?

Back to top button