Tîma Destwerdana Lezgîn a Meclisa Sivîl a Reqayê ragihand ku amade ye parastina berhemên çandiniyê yên şêniyan bike û tîmên awarte, alav û erebeyên agirkujiyê amade ne.
Derbarê mijarê de Tîma Destwerdana Lezgîn daxuyaniyek li pêş avahiya agirkujiyê ya li bajêr da.
Endamê Eêveber ê Tîma Destwerdana Lezgîn Yasir El-Xemîs daxuyanî xwend û teqez kir ku ew amadene hemû berhemên çandiniyê yên îsal biparêzin.
El-Xemîs da zanîn ku wan navendên agirkujiyê li gundewarên bajêr vekirine û bi plan hatine bicihkirin.
Her wiha da zanîn ku 11 erebeyên agirkujiuyê, 2 tireks û 8 dîraktor jî amade kirine û bi giştî 25 erebeyên mezin û 8 erebeyên navîn li bajêr hatine amadekirin.
Hêjayî bîr xistinê ye ku par zêdetirî 435 hezar û 500 doniman zevî hat şewtandin.
Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser jî zêdetirî 5 hezar û 100 ton ceh û genim li cotkarên erdeên wan şewitî belav kir.