RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ – SEDEMÊN BILINDBÛNA NIRXÊ MAZOTÊ DIYAR KIRIN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê sedema bilindbûna nirxê mazotê diyar kir.

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê diyar kir, yek ji sedemên bilindbûna buhayê mazotê ew e ku berhemkarên herêmî û xwediyê parzûngehên taybet ên mazotê ji ber bilindbûna nirxên dolar dest ji derxistina madeyê berdan.

Her wiha bal kişand ser nêzîkbûna demsala Zivistanê û destnîşan kir ku parzûngehên rêveberiyê nikain pêwîstiya bazarê bi cih bîne.

Luqman Ehmê da zanîn ku ji bo firneyan nirxê mazotê nayê guhertin da ku nirxê nan li xelkê biha nebe..

Berdevkê Rêveberiyê destnîşan kir ku mazot li dibistan û malbatên şehîdan bê pere wê were belavkirin .

Berî du rojan, Rêveberiya Xweser bi qasî 50 ji sedî li nirxê Mazotê zêde kir..

Bi vî awayî lîtreya mazotê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dibe 75 L. S..

Leave a Reply

Back to top button