HPC-Jin bi beşdariya 70 delegeyan civîna xwe ya salane li dar xist

Hêzên Parastina Civakî yên Jin civîna xwe ya salane li bajarokê Rimêlanê li dar xist.
Endama Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Loqo di civînê de axivî û bal kişande li ser girîntiya rola jinan ya di nava xebatên parastinê de.
Di dawiya civînê de hin biryarên girîng hatin girtin.

Hêzên Parastina Civakî yên Jin (HPC-Jin bi diruşma “Di xeta berxwedana jin de û bi rihê berxwedana Zendûra parastina civakê erka me ye” bi beşdarbûna 70 delegeyan li bajarokê Rimêlan civîna xwe ya salane li darxist.

Di civînê de Endamê Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo axivî û balkişand li ser asta têkoşîn û berxwedana jinan a ji bo bidestxistina mafên xwe û civaka xwe.

Piştra nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser jina berxwedêr hatin xwendin û rapora salane ya xebatên HPC-JIN a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin xwendin û nirxandin.

Di dawiya civînê de ev biryar hatin girtin:

Dê akademiyên taybet ji jinan re werin vekirin.

Ji taxan ve destpê bike, dewreyên perwerdeyê yên parastina cewherî werin birêxistinkirin.

Bi armanca xweparastinê, li her derê dibistanên karate û tekwandoyê werin vekirin.

Ji bo tevgerên jinan û tevahî rêxistinan, parastina cewherî karekî meydanî sereke ye, bingehê avakirina neteweya demokratîk û pêşxistina pergala wê ya rêxistinî ye.

Di meclisên jinan de divê komîteyên parastina civakî werin avakirin.

Li her derê navenêdn sivîl ên parastina rewa werin vekirin.

Back to top button