TEV-DEM’ê li Kobanê cejna Êzî pîroz kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li goristina Şehîd Dîcle ya Kobanê cejna Êzî pîroz kir.MIX:

Bi boneya cejna Êzî, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Kobanê, çalakiyek li goristana Şehîd Dîcle li dar xist. Bi dehan endamên tevgerê yên kantona Kobanê tevlî çalakiyê bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê pîroz kir, piştre mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso axivî û got: “Îro rojeke girîng e, divê em pîroz bikin. Ji ber vê destpêkê em li şehîdan pîroz dikin.”

Hiso destnîşan kir ku civaka Êzidî bi destê çeteyên DAIŞ’ê azar dîtine, dem hatiye ku bi xwe xwe birêve bibin.

Di dawiyê de hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso bang li gelê Kurd kir ku piştgiriya gelê Êzidî bikin û li hemberî komplo û lihevkirinên li ser Şengalê bisekinin.

Back to top button