HPG: 4 leşkerên Tirk yên dagirker hatin cezakirin

Li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê di navbera artêşa Tirk ya dagirker û gerîlayên azadiyê de şerekî giran diqewime.
Li Zap û Metîna di çalakiyên gerîlayan de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.
HPG’ê ragihand êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bi çekên kîmyewî li dijî qadên gerîla dewam dikin û got, “Artêşa dagirker 28 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan û 26 caran jî bi balafirên şer û helîkopteran êriş pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir çalakî û berxwedana hêzên gerîla bi bîryardariyeke mezin dewam dike û ev agahî parve kir,

Li Herêma Metîna 9’ê Hezîranê li Girê FM li hêzên dagirker hate xistin û di 2 dagirker hatin cezakirin. Heman rojê li Girê Hekarî û Girê Cûdî jî bi çekên giran li hêzên dagirker hat xistin.

Dagirkerên li Girê FM di nava xwe de tevî bi zimanê Tirk bi zimanê Kurdî û Erebî diaxivîn ev yek jî ji aliyê hêzên me de hat zelal kirin.

Li Herêma Zapê 8’ê Hezîranê bi şêwazê sekvaniyê li hêzên dagirker yên li ser Girê Şehîd Şahîn hate xistin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

9’ê Hezîranê jî hêzên dagirker yên ku dixwestin li qada Karker bi cih bibin bûn hedefa hêzên me yên YJA Starê. Di encama lêdana sekvaniyê de dagirkerek hate cezakirin.

Dîsa heman rojê hêzên dagirker ên ku dixwestin li Qada Karker bi cih bibin bi çekên giran derb li wan hate xistin.

10’ê Hezîranê jî bi çekên giran li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin bi teqemeniyan çeperên şer yên li qada Şehîd Hewrê bombebaran bikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 8 û 9’ê Hezîranê artêşa Tirk ya dagirker li dijî qadên berxwedanê yên gerîla 28 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan û 26 caran jî bi balafirên şer û helîkopteran êriş û bombebaran pêk anîn.

Back to top button