Ji bo hevdîtina li gel rêber Ocalan, 775 parêzerî serî li dozgeriyê dan

Li dijî girankirina tecrîda şidandî ya li Girava Îmraliyê, huqûnas û parêzvanên mafê mirovan ketin nava tevgerê.
Bi armanca ku qedexeya hevdîtina li ger Rêber Apo were bidawî kirin, 775 parêzerî ji bo çûyîna Îmraliyê, serî li dozgeriya Komarê ya Tirk dan.

Ji bo balê bikşîne ser tecrîdîa giran a li Îmraliyê, Komeleya Huqûqnasan a ji Bo Azadiyê li Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Rayedarên Komeleya Mafê Mirovan, Federasyona Piştgiriya li gel Malbatên Girtiyan ê Baroyên li Bakurê Kurdistanê beşdarî civînê bû.

Rêveberê Komeleya Huqûqnasan a ji bo Azadiyê Ekîn Yeter rewşa li Îmraliyê wiha bi bîr xist:

“Ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan nikare li gel parêzerên xwe hevdîtinê pêk bîne.

Girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yıldırım, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî ji Adara 2015’an hevdîtin pêk neanîne.

Li gel van qedexeyan, ji 25’ê Adara 2021’an ve ti agahî ji Îmraliyê nayên wergirtin.

Yanî 15 meh in pêwendiya kesên li wir bi cîhana derve hatiye birîn.

Ev yek binpêkirina mafê mirovan e û rê li ber fikarên civakê vedike.”

Ekîn Yeter anî ziman ku ji bo bidawîkirina vê qedexe û tecrîdê, 775 parêzerî ku di heman demê de endamên 29 baroyan e, serî li dozgeriya komarê ya bajarê Bursayê dane.

Daxwaza parêzeran ew e ku biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin.

Beşdarên din jî ên civînê jî teqez kirin ku qedexeya hevdîtinê li dijî qanûnan e û bang li rayedarên dewleta Tirk kirin da ku yekser dawî li tecrîdê bînin.

Di civînê de bang li her kesî hat kirin ku 12’ê Hezîranê bi awayekî çalak beşdarî Meşa Gemlîkê bibin.

Back to top button