NATO sîstemên parastina hewayî diceribîne

Di demekê ku Rûsya ji nava Ukrayna êrişa xwe dijwar kiriye, welatên endamên NATO tatbîqatên xwe zêde kirine.
Yek ji van tetbîqatan jî li Derya Baltîkê pêk tê.
Di tetbîqatê de sîstemên parastinê yên asmanî hatin ceribandin.

Tetbîqata binavê “Baltic Zenith 2022” ango “Lûtkeya Baltîkê 2022” doh despê kir.

Polonya, Komara Çek, Slovakya û Brîtanya hemû pergalên xwe yên parastina hewayî nîşan dan.

17 hevalbendên NATO û welatên hevkar beşdarî tetbîqatan dibin.

Alîkarê Fermandarê Hêzên Asmanî yên Hevpeymaniya NATOyê Pascal Delerce got,

Ji ber êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, mûşek, balafirên şer û firokeyên bêmirov li nêzîkî sînorên welatên NATOyê zêde bûne.

Delerce anî ziman ku ji bo hêzên NATO’yê ji bo rûbirûbûna xetereyên bi vî rengî perwerdekirina girîng e.

Tetbîqata ku ji Estonya heta Polonya pêk tê de îro bidawî dibe.

Back to top button