Şiyar Şevger: Îran û Tirkiyê biryar dane ku li dijî PJAK’ê êrîşan pêk bînin

Yek ji fermandarên YRK’ê Şiyar Şevger diyar kir di demên dawîn de hêzên dewleta Îranê li dijî qadên gerîlayan ketiye tevgerê û got:
“Em li gorî agirbestê tevdigerin, divê dewleta Îranê jî wisa tevbigere.”

Piştî civînên dawî yê dewleta Tirk a dagirker bi Îranê re artêşa îranê li Kosalan û herêma Merîwanê li dijî PJAK’ê êrişên dagirkeriyê da destpêkirin.

Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger têkildarî êrîşên dewleta Tirk û Îranê ji ANF’ê re axivî.

Şevger diyar kir ku êrîşên li ser gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê bê navber didome û ev tişt anî ziman:

“Îran, Tirkiye û Iraqê li hev kirine ku tevgerên azadiyê yên Kurdan çekê berdin.

Ji bo ku îstîxbarata Îranê agahiyên derbarê PJAK’ê bide dewleta Tirk û hêzên dewleta Tirk jî di çarçoveya van agahiyan de êrîşan pêk bînin, lihevkirinek hatiye kirin.

Helwesta me ya li hember vê rewşê diyar e; ger tevgereke ku îdiaya têkoşîna şoreşgerî dike dev ji têkoşîna çekdarî berde, ev ji bo wê tê wateya mirinê. ”

“Em li gorî agirbestê tevdigerin divê dewleta Îranê jî wisa tevbigere”

Şevger, anî ziman ku di çarçoveya agirbestê de tevgeriyane û ev yek got:

“Em li gorî agirbestê tevdigerin, divê dewleta Îranê jî wisa tevbigere.

Em ji bo welat, gelê xwe û gelên bindest têdikoşin û hêzeke parastinê ne.

Em alîgirê diyalog û çareseriyê ne, em ne alîgirê şer in.

Lê heke êrîşî gelê me were kirin, em ê bersiva vî tiştî bidin.”

Şiyar Şevger: Divê dewleta Îranê nekeve fêl û xefikên dewleta Tirk

Şevger, bang li dewleta Îranê jî kir ku ‘nekevin fêl û xefikên dewleta Tirk’, diyar kir ku hêzên dewleta Îranê di demên dawî de êrîşî Merîwanê kirine û wiha got:

“Li Kosalanê jî hin êrîş pêk hatin, niyeta wan heye ku li ser çend girên li wir bi cih bibin.

Lê divê ji bîr nekin; Em gerîla ne û li her derê Kurdistanê ne.

Li gorî wan ger ku hin gir û deran bistînin, gerîla êdî nikare li wir bimîne.

Stendina wan giran şaşiyeke , divê dewleta Îranê ya faşîst û mêtinger agirbestê ji xwe re neke firsend.”

Şevger: Di demên dawî de polîtîkayê qirêj tên meşandin

Şiyar Şevger bal kişand li ser mijarê polîtîkayê qirêj a ku di demên dawî de ketiye meriyetê û got:

“Wiha dibêjin; ‘Li dijî dewleta Îranê şer nekin’. Em jî hewl didin pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin.

Lê hin hêzên herêmî bi meşandina siyaseteke qirêj hewl didin gel li hemberî me sar bikin.

Ji ber vê yekê divê gelê me li hemberî vê siyasetê hişyar û hesas be.”

Back to top button