PJAK’ê êrişên li herêma Kosalanê weke hewldanek ji bo qirkirinê pênase kir û bang li gel û pêkhateyên civakê kir ku li ber êrîşan rabin.
PJAK’ê got, “Guhertinên mezin wê bi têkoşînên mezin ên gelan pêk werin.”
PJAK’ê bal kişand ser êrîşên hêzên Îranê yên li Kosalan û herêma Merîwanê û ev tişt got:
“Oparasyonên leşkerî yên li ser herêmê û êrîşên dorfireh, dixwazin ji nû ve herêmê dagir bikin û bi armanca tinekirinê ne.
Israra şer a rejîma Îranê û bi şer çareserkirin, li herêmê rê li ber hejarî û bêkariyek mezin vedike û krîzên heyî kûrtir dike.”
PJAK: Ev kirinên li Merîvanê qirkirin e
Di daxuyaniyê de işaret bi talankirina daristanan, avakirina qadên leşkerî li zozanan hate kirin û hate destnîşankirin, ku ev kiryarên li bejahiya Merîwanê diqewimin ji bilî qirkirinê nayê ti wateyê.
PJAK’ê di dawiya daxuyaniyê de êrişên dewleta Îranê şermezarkir û got,
“Hebûna gerîla ne ji bo şer, ji bo maf û parastina gel a rewa ye.
Armanca me pêkanîna edalet, demokrasî û têkoşîna di vê oxirê de ye.