Serokkomarê Iraqê bi şandeyek Neteweyên Yekbûyî re civiya

Serokkomarê Iraqê bi şandeya Neteweyên Yekbûyî re civiya.
Di civînê de Iraqê îşaret bi siyaset û kirinên welatên cîran ango dewleta Tirk yên li dijî herêmê kir.
Serokkomarê Iraqê ragihand ku ji ber siyaseta avê ya welatên cîran, para avê ya Iraqê hatiye birîn

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd li koşka serokkomariyê ya li Bexdayê bi alîkarê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî re civiya.

Li gorî daxuyaniya ofîsa serokkomariyê, serokkomarê Iraqê di civînê de balkêşaye ser girîngiya peywendiyên di navbera Iraq û Neteweyên Yekbûyî de.

Hate gotin ku serokkomar xwestiye peywendiyên heyî hê zêdetir werin bihêzkirin û hate gotin;

“Ji bo piştgiriya Iraq û çareserkirina pirsgirêkên pêwîst yên penaber û pêşxistina aboriyê divê peywendî werin bihêzkirin.”

Iraq: Ji ber siyaseta welatên cîran para avê ya Iraqê hatiye birîn

Di hevdîtinê de serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd behsa pirsgirêka qeyrana avê ya li Iraqê kiriye û gotiye:

“Ji ber siyaseta avê ya welatên cîran, para avê ya Iraqê hatiye birîn. Herwiha em nikarin sud ji avê werbigrin.”

Letîf Reşîd ji şandeyê xwest serdana Wezara Çavkaniyên Avê, Çanindî û Ceyranê bike.

Herwiha behsa pirsgirêka penaberan hatiye kirin û tê gotin;

“Nêzî 600 hezar penaber li navxweyî de hene û di rewşek pir aloz de dijîn.

Tiştek ji bo wan nayê pêşwazîkirin, divê koçber ji bo warên wan werin vegerandin.”

Back to top button