Derbarê êriş û hewildanên li ser Wargeha Mexmûrê de Komîteya YNK’ê ya Mexmûrê, Komîteya Hizba Şuî Kurdistan a Mexmûr û Komîteya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan a Mexmûrê daxuyaniyek dan.
Partiyên siyasî ya Mexmûrê derbarê êrîş û hewldanên li ser Wargeha Mexmûrê de ev tişt anîn ziman:
“Em li dijî hemû cûreyên şîdetê ne ku bibin sedema xwînrijandinê.
Ji bona wê pêwîste ev pirsgirêk bi guftugoyê were çareserkirin.
Mafên penaberiya xelkê wargehê were parastin û mafên wan ên azadî û jiyanê parastî bin.
Navçeya Mexmûrê di rewşek aloz û metirsîdar de ye, ev rewşa derketî wê çeteyên DAIŞ’ê sud jê wergirin.
Ji bona wê em hêvîdarin civaka navdewletî bi erka xwe rabe û dawî li vê aloziya heyî bîne.”
Ciwanê Minbice bi meşeke erîşa li ser Mexmurê şermezar kirin