Xwendekarên dibistaneke Qamişlo piştgirî dan pêngava keziyên kesk

Ji bo piştgirîya pêngava Keziyên Kesk a çandina daran, Xwendekarên dibistaneke Qamişlo jî tevlî kampaniyê bûn.

Li ser xwesteka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, xwendekarên dibistana Mehmûd Esaad tevlî pêngavê Keziyên Kesk bûn.

Têkildarî armanca tevlêbûna xwendekaran a li pêngavê, berdevka Dibistana Mehmûd Eseed Stêra Ibrahîm diyar kir ku ew dixwazin xwendkarên wan fêrî çanda hevkariyê bibin û derdora xwe şîn bikin.

Pêngava Keziyên Kesk a çandina daran li ser 3 qonaxan pêk tê, di qonaxa yekemîn de tov tên çandin, di ya duyemîn de çiqilên daran tên çandin. Di qonaxa sêyemîn de jî piştî ku şitil amade bibin wê dar li herêman bên belavkirin.

Back to top button