Li herêmên dagirkirî sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê dewam dike.
Dagirkeran li navçeya Raco a Efrînê welatiyek revandin.
Li Cerablûsê kesek û li Serêkaniyê jî 2 jin hatin kuştin.
Dagirkeran welatiyê bi navê Mihemed Kîlo yê 30 salî ji ber mala wî ya li gundê Sorkiye yê navçeya Raco a Efrîna dagirkirî revandin.
Mihemed Kîlo bi propaganda ku li ser mediya civakî hat xapandin û beriya 2 heftiyan ji bajarê Helebê vegeriya mala xwe.
Niha jî li navendên çeteyan girtiye û çarenûsa wî nediyare.
Li Cerablûsê motorsiklêtek bombebarkirî teqiya
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li bajarokê Cerablûsê yê dagirkirî motorlîskêtek bombebarkirî teqiya.
Di encamê de, kesek hate kuştin çend kes jî birîndar bûn.
Li Serêkaniyê a dagirkirî 2 jin hatin kuştin
Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku ciwanekî ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî di bin navê şerefê 2 jin kuştin.