FRANSA: DAXUYANIYÊN ERDOGAN LÎSTOKEKE SIYASÎ YE

Her roj durutî û binkeftina siyasetên dewleta Tirk li herêmê eşkere dibin.

Erdogan vê carê hewil da kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşuqcî bi kar bîne û daxuyanî dabû û gotibû:

Me tomarên deng radestî Fransa, Almanya û Brîtaniyayê kiriye.

Lê Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ev îdîayên wî derewand û weke ‘Lîstokeke siyasî’ bi nav kir.

Bi kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşuqcî, dewleta Tirk hewil dide bûyerê di aliyê dîplomatîk de bi kar bîne.

Erdogan şemiya debasbûyî ragihand ku wan dengên tomarkirî ya derbarê kuştina Cemal Xaşuqcî radestî Fransa, Almanya û Brîtanyayê kiriye..

Propandaya Erdogan rastî dîwarên Fransayê hatin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian têkildarî daxuyaniyên dewleta Tirk axivî û diyar kir ku ti tomar girêdayî kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşûqcî destê wan de nîne.

Jean-Yves Le Drian ji qenala duyemîn a Fransayê re axivî û daxuyaniya Erdogan weke ‘Lîstokeke Siyasî’ bi nav kir.

Le Drian bersiveke hişk dabû, wekî ku bibêje ‘Em nayên van lîstokan’..

Li gorî çavdêran di nav de Fransa hemû dewletên Ewrûpayê bûyîna amûrekî di destê siyasetên derve yên Tirkiyê de red dikin.

Weke bersiv jî Serokê saziya pêgihandinê ya serokkomariya Tirkiyê Fexiredîn Alton, daxuyaniyên Le Drian red kir û wekî tewanbarî bi nav kir.

Çavkaniyên dîplomatîk xuya kirin ku Fransa ji bo Tirkiye, wê têkiliyên xwe bi Siûdî Erebistanê re xira neke..

Rojnamevaneke Fransî jî Erdogan weke dîktator bi nav kir û got; ‘Serokê Tirkiye di mafê mirovan de ne leheng e’.

Li gorî rojnamevana Fransî Erdogan bi Siûdiyê re li ser rêveberiya Sunniyan ketiye pêşbirkeke binkeftî.

Rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşuqcî 2’ê cotmehê li konsoloxaneya Siûdiyê ya li Stenbolê hat kuştin.

Leave a Reply

Back to top button