Li Şengalê çalakiya konvedanê ya ji bo piştgiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî êrişên dewleta tirk a dagirker didome.
Bi dehan jinên Ereb, Êzidî û tevgera ciwanan beşdarî konê çalakiyê bûn.
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzdî TAJÊ Rîham Hico axivî û got:
“Êrişên dewleta Tirk bi armanca têk birina projeya demokratîk tên kirin.
Weke xelkê Şengalê çi ji destê me were, ji bo piştgiriya rojava emê bikin.”
Li ser navê jinên Ereb yê Şengalê Fatîme Ehmed jî sersaxî ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest û got:
“Êrişên hovane ên li dijî çavkaniyên jiyanê ên bakur û rojhilatî sûriyê dûre exlaqê mirovahiyê ye. Em li dijî van êrişan in.”
Li Berlîn û Wûppertalê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin