Welîd Şengalî: Armanca PDK’ê têkbirina aramiyê bû

Têkildarî vê êrişê û armancên wê, ji rêveberên Asayîşa Êzidxanê Welîd Şengalî, Hevserokê PADÊ’ê Emer Saleh û rêveberê bajaroka Sinûnê Xwedêda Çûkê axivîn.
Di axaftinên wan de hat tekezkirin armanca PDK’ê vê êrişê têkbirina aramiya Şengalê bû.

Endamê Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Welîd Şengalî der barê êrişa PDK’ê ya li ser Xanesorê de nirxandin kir.

Welîd Şengalî wê demê di nava berxwedana Xanasorê de cihê xwe girtibû.

Welîd anî ziman armanca PDK’ê ji êrişê têkbirina aramiya li Şengalê bû.

Welîd Şengalî da zanîn ku wan hewl da bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin lê PDK’ê qebûl nekir.

Welîd behsa berxwedana gel kir ku hingî gel hebûna PDK’ê li ser axa Şengalê qebûl nekir û banga vegerê li Êzidiyên derve kir.

Emer Salih: Xwestin bi vê êrişê fermana 2014’an dewam bikin

Hevserokê PADÊ’ê Emer Saleh jî têkildarî heman êrişê dibêje:

“Armanca PDK’ê dewamkirina fermana 2014’an bû.”

Xwedêda Çûkê: Armanca êrişê dagirkirin bû

Rêveberê bajaroka Sinûnê Xwedêda Çûkê jî anî ziman hatina çekdarên Roj di wê demê de ji bo tevliheviya herêmê bû.

Xwedêda tekez kir ji bo gel venegere malên xwe; wan dest bi êrîşê kir û zarokên vê civakê ku li ber xwe didan şehîd kirin.

Dawiyê jî Xwedêda Çûkê banga yekîtiyê li gelê Êzidî kir.

Back to top button