Takahiro Shiraishi yê 9 jin kuştî cezayê darvekirinê lê hate birîn

Li Japonya kesê binavê Takahiro Shiraishi (Teka-hîro Seray-sî) yê 30 salî li ser twitterê jinên ku nêrîna wan di aliyê xwekuştinê de heyî peyda dike û piştre jî ew dikuştin.
Dozgeriya welat cezayê darvekirinê li Shiraishî (Seray-sî) yê 9 keç kuştî, birî.

Takahiro Shiraishi bi van jinan re diket peywendiyê, ew vedixwendin mala xwe û ji wan re digot em bi hevre xwe bikujin.

Jinên ku bi vê dihat xapandin, dema dihatin bi rêya vexwarin ew li ser hişê wan dibir.

Piştre destdirêjî li wan dikir û ew dikuşt.

Shiraishi bi awaykî hovane laşê jinên ku kuştine jî parçe parçe dikir.

2017’an di Cejna Pîrebokan de bûyer hate hînbûn.

Li mala ku binavê “Mala Tirsê” di çapemeniyê de hatî binavkirin cenazeyê 9 keçan hate dîtin.

Keçên hatî kuştin temenê xwe navbera 15-26’an de ne.

Qatîl ev hovîtî hemû di navbera 2 mehan de pêk anî.

Bûyer, dema birayê qurbaniya 9. nameyên xuşka xwe yên li ser twitterê dixwîne eşkere dibe.

Shiraishi piştî hatî girtin, li xwe mikur hatibû.

Shiraishi li dadgehê anî ziman ku ew ji kuştina van kesan ne-poşmane.

Dozgeriya Japonya jî li ser van sucan cezayê darvekirinê li qatîl Takahiro Shiraishi birî.

Back to top button