Biden: Dema vekirina rûpelek nû hatiye

Desteya Bijêran a DYA ku ji 538 delegeyan pêktê bi awayekî fermî, Joe Biden weke serokê 46. ê welat ragihand.

Li 50 eyalet û paytext Waşîngtonê 3 Kanûnê piştî hilbijartina pêk hatî, Desteya Bijêran li hev kombûn û serkeftina Biden ya di hilbijartinê de eşkere kirin.

Joe Biden piştî vê daxuyaniyek da û wiha got:

Weke ku me di dîrokê de kirî, emê rûpelek nû û yekgirtinê pêk bînin.

Biden anî ziman ku li Amerîka siyasetmedar hêzê naxin bi kontrola xwe, lê gel wan erkdar dike.

Desteya Bijêran wê di 6’ê Çileyê de bi pêşengtiya Alîkarê Serokê Amerîka Mike Pence bi kongreyekê li hev bicive û careke din erkêkirinê bêxe dengdanê.

Di hilbijartina 3 Mijdarê de namzetê Partiya Demokratan Joe Biden bi girtina 306 delegeyan serkeftina xwe ragihandibû.

Namzetê Partiya Komarparêz Donald Trump jî 232 delege qezenc kiribû.

Di hilbijartina DYA’yê de bi giştî 538 delege hene û kîjan namzet 270 delege bidest xist di hilbijartinê de biser dikeve.

Lê heta niha alîgirên Trump encamê napejirînin û xwepêşandanan lidar dixin.

Back to top button