WHO: Tevî derziyê careke din maskeyan bikar bînin

Rêxistina tenduristiya Cîhanî ji bo kesên ku derziya li dijî vîrûsa Corona bikar aniye hişyarî da û daxwaza bikaranîna maskeyê ji wan kir.

Rêxistinê diyar kir ku herçiqasî derziya li dijî vîrûsê hatiye dîtin û niha dest bikaranîna wê hatiye kirin lê heta niha nayê zanîn ka piştî derziyê belavbûna vîrûsê tê rawestandin yan na.

Ji ber vê yekê nayê zanîn di kontrolkirina vîrûsê de wê ev yek çiqas bandorê bike.

Piştî Birîtanya û Kanada, DYA jî biryara bikaranîna derya dij vîrûsê ku Pfizer-BioNtechê dîtine kir.

Derziya despêkê li xebatkarên tenduristiyê hate dayîn.

Derzî wê ducaran were lêdan.

Lê divê navbera derziya yekem û duyem de herî kêm hefteyek hebe û herî dereng jî divê di nava 3 heteyan de derziya duyem were lêdan.

Di encama van derziyan de, kes ji sedî 95 ji vîrûsê tê parastin.

Back to top button