Xwepêşandanên Başûrê Kurdistanê…zarokek hat kuştin û 20 kes hatin birîndarkirin

Di xwepêşandanên Başûrê Kurdistanê yên ji bo rewşa aborî, zarokek li Germiyanê hat kuştin û li Silêmaniyê jî 20 kes hatin birîndarkirin.

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de alozî derket.

Hêzên ewlehiyê bi bombeyên deng û gazê êrîş birin ser xwepêşanderan.

Di encamê de, nêzî 20 xwepêşander birîndar bûn û 20 jî hatin binçavkirin.

Di xwepêşandana li navçeya Şarezur ya Silêmaniyê jî ciwanek birîndar bû.

Di saetên şevê de şêniyên bajarokê Kifrî yê Germiyanê jî dest bi xwepêşandanekê kir û buroya YNK’ê şewitand.

Di encama gulebarana hêzên ewlehiyê de, zarokê bi navê Ako Selman ê 17 salî jiyana xwe ji dest da.

Back to top button