Parlamena Mexribî ji bo vegera welatiyên DAIŞ’î dicive

Komîteyek parlamena Mexribî, ji bo vegerandina welatiyên ku tevlî çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê bûbûn, dicive.

Rojanmeya “Re’î el-Yewim” ragihand ku wê komîteya Mexribî, Duşemê civîna xwe der barê pergala vegerandina DAIŞî, jin û zarokên wan yên li kampan dimînin, li dar bixe.

Li gorî Parlamenê, ev komîte wê serdana kampên Sûriye û Iraqê bikin da rewşa Mexribiyên li wir bişopîne.

Her wiha dê komîte rewşa wan jinên ku tiliya wan di şer de tune ye jî, lêkolîn bike.

Nivîsgeha Navendî ya Lêkolînên Dadwerî li Mexribê, eşkere kir ku derdora 280 jin û 391 zarokên Mexribî li deverên şer ên Rojhilata Navîn hene.

Li Kampa Holê ya li Kantona Hesekê bi tenê, 2 hezar û 778 malbatên biyanî yên DAIŞ’ê hene.

Back to top button