Stoltenberg bang li Tifaqa leşkerî ya Rojava kir

Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de her du alî jî ji bo serkeftinek bi dest bixe di nava hewldanan de ne
Ukraynayê ku li dijî Rûsyayê êrîş dabû destpêkirin lê tevî hemû piştgiriyên NATO’yê jî encamê dixwest bidest nexist.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg derbarê mijarê de axivî û wiha got: “divê tifaqa leşkerî ya Rojava ‘li hemberî agahiyên nebaş’ wê li eniyê were, xwe amede bike.”

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg bang li hikumetan kir ku ji bo rewşa Ukraynayê bixebitin.

Stoltenberg derbarê êrîşên Rusya li dijî Ukraynayê de anî ziman divê tifaqa leşkerî ya Rojava ‘li hemberî agahiyên nebaş’ wê li eniyê were, xwe amede bike.

Stoltenberg ji ajansa ARD yê Almanyayê re axivî û got:

” Divê em di rojên baş û ne baş de jî piştgiriya Ukraynayê bikin.”

Ukrayna mehên havînê li dijî artêşa Rûsî êrîş dabû destpêkirin lê zêde nikarîbû pêş de biçe,

li ser vê mijarê Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg banga amedekariya rewşên ne baş kir, lê agahiyek zêde neda.

Stoltenberg: Divê di rojên baş û ne baş de jî piştgiriya Ukraynayê bikin

Ev nirxandinên Stoltenberg dema hevalbendên Rojavayî di mijara alîkariya madî û leşkerî de nîqaş dikir, her wiha Moskow jî hejmara leşkerên xwe zêde dikir hat.

Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putin biryarnameyeke ku hejmarê leşkerên xwe 170 hezar zêde bike û bigihîne 1,3 mîlyon îmze kiribû.

Li aliyek din Stoltenberg diyar kir Ukrayna li eniya şer zêde nikaribû pêş bikeve lê belê serkeftinên mezin jî bi dest xist.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê pişesaziya parastina Ewropayê rexne kir û bang li endamên NATO’yê kir da ku hilberîna alavên leşkerî zêde bikin.

Di dawiyê de Jens Stoltenberg anî ziman ku wê serkeftina Putin ne tenê ji bo Ukranayê bibe trajedî, di heman demê de ji bo hevalbendên din jî wê xeteriyekî ava bike.

Back to top button