Li New York ê Amerîkayê êrîş: 5 kes mir

Li herêma Queens a New Yorkê kesekî êrîşî malbatekî kir. Di encama êrîşê de di nav de du zarok çar endamên malbatê mir.
Her wiha êrîşkar jî ji aliyê polîsan ve hat kuştin.

Li gorî agahiyên polîsê ku ji rojnamevanan re daye, êrîşkar ê 38 salî di heman demê de du polîsên xwestine destwerdanê bikin bi kêrê birîndar kiriye. Piştî vê polîsan êrîşkar kuştiye.

Polîsan diyar kir ku êrîşkar beriya niha ji bo bûyera malbatî hatibû girtin.

Polîsan da zanîn ku endamên malbatê ku hatine kuştin lawikek 12 salî, keçekê 11 salî, jineke 44 salî û xortekî 30 salî ye.

Hat ragihandin ku zaroka 11 salî li ber malê hatiye dîtin û 3’yê din jî di odeyên razanê de ne.

Polîsan her wiha agahî parve kirin ku jineke 61 salî bi kêrê birîndar bûye û li nexweşxaneyê tê dermankirin û rewşa wê giran e.

Back to top button