Çiyayê Merapî yê li rojavayê Endonezya teqiya: 11 kes mirin

Çiyayê Merapî yê li rojavayê Endonezyayê teqiya. Bi qasî sê kîlometreyî xwelî bi hewayê ket.

Li herêma Sumatraya Rojava ya Endonezyayê di encama teqîna volkana Marapiyê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rayedaran diyar kirin ku cenazeyên 11 çiyageran hatine dîtin

ji ber “ewlekariyê” xebatên lêgerîn û xilaskirina 12 kesên winda ne hatine rawestandin.

Berdevkê tîma lêgerîn û rizgarkirinê Jodi Haryawan got;

”Di dema teqîna roja Yekşemê de 75 çiyager li herêmê bûn.”

Hat diyarkirin ku ji bilî 11 cenazeyan 3 kesên sax jî hatine dîtin.

Hat qeydkirin ku ji volkana 2 hezar û 891 metre bilindahiya xwe 3 kilometre ax hilkişiya.”

Jodi diyar kir 49 çiyager di saeten ewil de ji hereme hatin veguhestin gelek kes ji ber şewatê hatin dermankirin.

Marapi ku volkana herî çalak a girava Sumatrayê ye di Nîsana 1979’an de teqiya û di encama teqînê de 60 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Back to top button