Desthilatdariya AKP-MHP’ê, li gorî xwe qanûnê derbas dike

Desthilatdariya AKP-MHP’ê tevî nerazîbûn û nebeşdariya partiyên muxalif, di beşa duyemîn de, 55 xalên qanûna înfazê qebûlkirin. Serokwekîla Koma HDP’ê ya Parlamentê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku AKP-MHP 200 hezar girtiyî bi mirinê re rû bi rû dihêle.

Li Meclisa Giştî ya Tirkiyê, ev 6 roj in, qanûna înfazê nîqaş dikin.

Di hevdîtina duyemîn a nîqaşan de, ji bilî 3 xalan, hemû xalên din hatin qebûlkirin.

Hemû pêşniyarên guhertinê yên HDP, CHP û İYİ Partî, bi dengen AKP-MHP’ê hatin redkirin.

Tenê xalên wek:

Kesên ku salekê ceza girtibin, dikarin bi şertê kontrola edlî were cezakirin, hate sererastkirin.

Kesên ku bi zanebûn madeya asîdê bi kar anîbûn, wê ji vê qanûnê sûd negirin û neyên berdan.

“200hezar girtî di nava lepên mirinê de dihêlin”

Bi derxistna qanûna înfazê re, li ser girtiyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi taybet girtiyên siyasî, fikar zêde dibin û bangên ji bo berdana wan jî dewam in.

Serokwekîla Koma HDP’ê ya Parlamentê Meral Daniş Beştaş jî têkildarî qanûnê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku AKP-MHP 200 hezar girtiyî di nava lepên mirinê de dihêlin û got:

Ji aliyekî ve bi lez û bez hewl didin 90 hezar mirovên girtî berdin, li aliyê din jî jiyana 200 hezar mirovî jî dixin nava metirsiyeke mezin.

Ji her kesî jî dixwazin ku li vê pêvajoya mirinê temaşe bikin.

Berpirsyarê her cenazeyê ji girtîgehê derkeve wê her kesên ku mohra xwe danîne binê vê paketê bin.”

Malbatên girtiyan:Di hundirê qanûna înfazê de, kîn û neyartî heye

Malbatên girtiyan, bertek nîşanî pêşnûmeya înfazê ya li Meclisê tê nîqaşkirin, da û diyar kirin ku “di hundirê qanûna înfazê de kîn û neyartî heye”.

Malbatan gotin:

“Em ditirsin ku vîrûs bikeve girtîgehan. Rojek, berî ya din divê girtîgeh bên valekirin.”

Girtiyên nexweş nayên berdan

Di vê dema metirsîdar de, girtiyên nexweş jî nayên berdan.

Girtiyê nexweşiya wî giran, Sabrî Kaya yê di 20 rojan de, 7 caran rakirin nexweşxanê û 3 caran kirin beşa lezgîn, bernadin.

Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan Parêzer Îlhan Ongor jî, diyar kir ku “ne pêkan e Kaya di girtîgehê de bimîne û got:

“Niha têkoşîna jiyan û mirinê dide, ji bo parastina jiyana Kaya, divê demildest cezayê wî bê rawestandin û were berdan.”

“Bi vê qanûnê dixwazin muxalefetê bêdeng bikin”

Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî (JDY) diyar kir ku desthilat bi hinceta vîrusa corona qanûna nfazê xist rojeva meclisê û bi vê qanûnê dixwaze muxaletefê bêdeng bike.

JDY’ê xwest ku desthilat vê qanûnê paşve bikişîne.

Back to top button